Şampiyonê berê yê MMA yê Îranê Gholamreza Xanî Şekarab hat darvekirin
Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku şampiyonê berê yê MMA’yê Gholamreza Xanî Şekarab bi tawanbariya "sîxuriyê” hatiye darvekirin.
Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku şampiyonê berê yê MMA’yê Gholamreza Xanî Şekarab bi tawanbariya "sîxuriyê” hatiye darvekirin.
Li gorî medyaya dewletê ya Îranê, şampiyonê berê yê Hunerên Şer ên Têkel (MMA) yê Îranê Gholamreza Xanî Şakarab hatiye darvekirin. Ajansa propagandayê Tasnîm û saziyên medyayê yên girêdayî dewletê ragihandin ku darvekirin pêk hatiye.
Hat diyarkirin ku Gholamrez berê ji Zindana Evîn a Tehranê veguhastibûn Zindana Ghezelhesar a nêzîkî Kerecê ye û di demên dawî de di hucreya yek kesî de dihat girtin. Rêxistinên mafên mirovan ên Îranê destnîşan kirin ku veguhastinên wiha pir caran nêzîkbûna darvekirinê nîşan dide.
Golamreza ji Erdebîla Îranê bû û lîstîkvanekî MMA, antrenor û hakemê navneteweyî bû. Li gorî rêxistinên mafên mirovan Şakarab demekê li Tirkiyeyê jiyaye, di serdana xwe ya Iraqê de di sala 2025’an de hat binçavkirin.
Dadweriya Îranê Şakarab bi "sîxurî" û "hevkariya bi dewletek dijmin re" tawanbar kir. Hat îdiakirin ku tawanbarî bêtir bi Îsraîlê û bi taybetî jî bi Mossadê ve têkildar e.
Hat diyarkirin ku cezayê darvekirinê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hat dayîn. Dadwer Abolqasem Salavatî ê ku bi biryarên siyasî yên tund tê nasîn serokatiya dozê kir. Hat ragihandin ku Dadgeha Bilind a Îranê biryar erê kiriye.